Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên 5 şehîdan

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê sersaxî da malbatên 5 şehîdan û soza berdewamkirina têkoşînê da.

15 ÇILE, 2025   14:19
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê sersaxî da malbatên şervanên YPJ`ê Tolvîn Şahîn (Fatima Mehmûd Sado), Bêrîtan Amanos (Sefaa Mihemed Silêman) û Berfîn Hesekê (Emanî Mihemed) ên 9ˈê Çileyê li pira Qereqozaqê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn û şervanê QSDˈê Amed Hesekê (Silêman Îzedîn) ê ji Serêkaniyê û di 13ˈê Çileyê de di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Çiyayê Kezwanan şehîd bûbû û welatiyê bi navê Ehmed Elî Hesen ê ji Serêkaniyê ku 10ˈê Çileyê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundewarên Dêrikê, şehîd bûbûn.

Konê sersaxiyê li taxa Meşerfê ya bajarê Hesekê hate vedan.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo diyar kir ku şoreşa Rojava bi saya van şehîdan gihaşt vê rojê û wiha got: “Ji bo berxwedana şervanên ku di çeperên şer de şer dikin, çi ji me bê xwest em amede ne."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Birûsk Hesekê destnîşan kir ku ew ê hêvî û armancên şehîdan pêk bînin û wiha got: "Em ê tevahî herêmên dagirkerî rizgar bikin û armacên şehîdên xwe pêk bînin.  Erka me jî parastina gel û xaka me ye. "

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Emîn Qasim diyar kir ku divê gel li derdora şevanên QSD'ê kom bibin û bi wan re li hember dagirkeriyê tê bikoşin. 

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Eşref jî destnîşan kir ku hemû planên dewleta Tirk ji bo tunekirina gelan û projeya Rêveberiya Xwesere in, lê divê tevahî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe bibin.”

Her wiha bi navê şêniyên Hesekê yên ku çûbûn bendava Tişrînê Şêxmûs Qenco wiha got: "Em ê careke din derbasî bendava Tişrînê bibin. Divê vê carê ji 7 salî heya 70 salî her kes tev li nobetdariyê bibe.”

Bi navê malbatên şehîdan jî Ebdil Selem diyar kir ku gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li hember hemû êrişan tê bikoşe.

(zş/k)

ANHA