Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin

Ji Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku ji bo çûna Îmraliyê ew ê di demekî herî nêz de serlêdanê bikin.

Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
15 ÇILE, 2025   14:15
NAVEND NÛÇEYAN

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç diyar kir ku Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo çûna Girava Îmraliyê serlêdan nekiriye. 

Tunç, pirsên rojnamegeran bersivand û wiha got: “Ji bo hevdîtina duyemîn heta niha tu daxwaz nehatine kirin. Heke daxwaz çêbibe em ê li gorî wê bersivê bidin.”

 ŞANDEYA ÎMRALIYÊ: EM Ê SERLÊDANÊ BIKIN

 Ji Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî têkildarî mijarê wiha got: “Ji bo hefteya pêş em ê di demekî herî nêz de serlêdanê bikin.”