’Em ê tola şehîdan li erdê nehêlin, em ê li ser şopa wan bin’

Bi sedan şêniyên Qamişloyê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Rojava oxir kir. Di merasîmê de hevalên şehîd Rojava yên di çeperên berxwedanê yên li bendava Tişrînê û Qereqozaqê de, dengê xwe ji malbatê re şand û got “Em ê tola wan şehîdan li erdê nehêlin û em ê li ser şopa wan bin.

15 ÇILE, 2025   15:14
QAMIŞLO

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Rojava (Ehmed Silêman) ku di 10’ê Çileyê de li bendava Tişrînê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê, heval û malbatên şehîdan, endamên partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweser û yên civaka sivîl beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Kêfo Osman li ser navê meclisê axivî û got: "Gelê Qamişloyê, gelê Kurd, ev e taxa Enteriyê keleha şehîdan e û em bejna xwe li ber wan şehîdên pîroz ditewînin. Nirxê wan bilind e û ew in rêberê me.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî diyar kir ku di dîroka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de îro gelê Kurd li hember dijiminê hovane şer dike û li ber xwe dide.

Hevalên şehîd Rojava yên ku di çeperên berxwedanê yên li bendava Tişrînê û Qereqozaqê de dengê xwe ji malbatê re şand û got: “Em ê tola wan şehîdan li erdê nahêlin û em ê şopa wan berdewam bikin û em soza xwe nû dikin."

Li ser navê malbatê Cuma Xelîl axivî û diyar kir ku ev şehîdê çaremîn ji vê malbatê ye û wiha got: "Em soz didin ku çekên wan şehîdan li erdê nahêlin û em ê heya dawiyê li ber xwe bidin.”

Di dawiyê de belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Piştre hevalên şehîd bi slogana "Şehîd namirin" li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan spart axê.

(re/k)

ANHA