Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî ragihand

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku di encamê nexweşiyekê de şehîd bûye aşkera kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî ragihand
10 mijdar, 2025   21:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku endamê wan Mihemed Asim Elî di encama nexweşiyekê de li Hesekê şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Em şehadeta yek ji rêhevalên xwe ku li bajarê Hesekê di encama nexweşiyeke bêçare de şehîd bûye, radigihînin.

Hevalê şehîd mînaka dîsîplîn, berpirsiyarî û dilsoziya bi erkê xwe re bû, bawermendê nirxên azadî û rûmetê bû ku heta nefesa xwe ya dawî ji bo wan têkoşîn kir. Wî mîrateyek fedakarî û dilsoziyê li pey xwe hişt û dê ji bo hevalên xwe û hemû gelê me wekî çira bimîne.

Nasnameya şehîd:

Nav û paşnav: Mihemed Asim Elî

Navê dayikê: Fehîme

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Kerem, 20’ê Sibata 1984

Dîroka tevlêbûnê: 27’ê Mijdara 2017

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 8’ê Mijdara 2025

Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, soz didin şehîd û hevalên wî ku em ê rêya têkoşîna ku wan daye pêşiya xwe bidomînin, em ê nirxên ku wan ji bo wê feda kirine biparêzin heta ku ewlehî û aştî ji gelê me re pêk were."

(fr)