Şêniyên Hesekê banga yekitiyê û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava kir

Şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava yên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bang li rêxistin û partiyên kurdî kir ku bibin yek, berjewendiyên partiyetî û kesayetî bidin aliyekê.

Şêniyên Hesekê banga yekitiyê û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava kir
6 ÇILE, 2025   07:10
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Rewşa li Sûriyeyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çav in. Li hember vê rewşê, şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bang li alî û partiyên kurdî kirin ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava yên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bibin yek. 

Şêniyê bi navê Hebîb Hisên got: "Em aştiyê û ewlehiyê ji Rojava û pêkhateyên wê re dixwazin. Heta em gihaştin vê rojê me gelek zehmetî kişandin. Ewlehî û aştiya li herêmê, bi saya şehîdên me pêk hat."

Hisên diyar kir ku di van şert û mercên dijwar de û ji bo vebijark di destê gelê Kurd de pir bin, divê partiyên kurd bibin yek

Hisên wiha domand: "Aliyê li dijî yekitiyê ye û ji ber armancên kesayetî û partiyekê pirsgirêkan derdixe, dê dûre li ser dijbertiya kurdan û şehîdan poşman bibe."

Hisên di dawiyê de ji bo ku mafên rewa yên kurdan werin bidestxistin, pirsgirêkên berê yên bandor li têkoşîna gelê Kurd kiriye, dubare nebin, banga yekitiyê kir.

Sîlva Hisên jî bi Hebîb Hisên re heman fikir bû ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava divê partiyên kurd bibin ye.

Sîlva destnîşan kir ku yekitî gelekî girîng e heke diyaloga yekitiyê bi bin keve, dê rewşa kurdan dijwar be. Sîlva di heman demê de bang li aliyên kurd kir ku piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin ku ewlehî û aştî ji pêkhateyên Rojava re bi dest xist.

Necah Hewas jî hêvî kir ku yekitî pêk were û got: "Çarenûsa kurdan bi yekitiyê û itifaqa wan ve girêdayî ye."

Şêniyan gotin di vê pêvajoya hesas de yekitî girîng e û ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, dabînkirina mafên gelê Kurd di siberojê de, rêya yekane ye û bang li partiyan kirin ku berjewendiya gelê Kurd di ser berjewendiyên xwe re bigirin.

(şx/k)

ANHA