Mekanîzmeyên ketina Sûriyeyiyan li Lubnanê tên nîqaşkirin

Hikumeta Lubnanê guhartinên mekanîzme û mercên digel krîza Sûriyeyê de ji bo ketina Sûriyeyiyan li Lubnanê hatine danîn, nîqaş dike û wê ji sêşema bê ve dest bi guhartinê bike.

Mekanîzmeyên ketina Sûriyeyiyan li Lubnanê tên nîqaşkirin
5 ÇILE, 2025   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji saziya Ewlekariya Giştî ya Lubnanê ji rojnameya Şerq El Ewset re diyar kir ku saziya Ewlekariya Giştî ya Lubnanê bi berpirsê deriyê sînorî yê Mesna yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re civiya û guhartinên nû yên ketina Sûriyeyiyan li Lubnanê nîqaş kirin.

Li gorî wê, rêveberê giştî yê Ewlekariya Giştî ya Lubnanê ji kenala MTV re diyar kir ku ji bo guhartina makanîzm û mercên derbasbûna welatiyên Sûriyeyê ji bo Lubnanê yên ku di dema şerê li Sûriyeyê de hatibûn danîn, xebat û nîqaş tên kirin.

Çaverê ye roja sêşemê guhartinên nû werin pêkanîn.

(mh/fr)

ANHA