Ji sê girtiyên siyasî agahî nayê girtin

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku sê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Urmiyeyê ji bo Girtîgeha Giştî ya Sucan hatin şandin û destnîşan kir ku saziyên mafên mirovan veguhestina girtiyên siyasî binpêkirina eşkere ya mafê mirovane.

Ji sê girtiyên siyasî agahî nayê girtin
24 tebax, 2025   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh sê girtiyên siyasî yên bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin bi navê Pejman Sultanî (30), Elî Soran Qasimî (28) û Rojgar Begzade (42) bi şêwazek ne yasayî ji girtîgeha Urmiyeyê ji bo Girtîgeha Giştî ya Sucan hatin şandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku saziyên mafên mirovan vê hewldanê wek gefek eşkere li diî parastina jiyana wan bi nav dikin.

Rêxistinê heman daxuyaniyê de tekezî kir ku veguhestina girtiyên siyasî ji Urmiyeyê binpêkirinek eşkere ya mafên mirovane.

Hate diyarkirin ku malbatên her sê girtiyên siyasî ji bo zelalkirina rewşa zarokên xwe serdana rayedarên dadwerî û ewlehiyê kirine, lê heta niha ti bersivek wernegirtine.

Hêjayî gotinêye ku her sê girtiyên siyasî Pejman Sultanî (30), Elî Soran Qasimî (28) û Rojgar Begzade (42), di dema Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn binçavkirin. Proseya darizandinê jî li Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê bi awayekî ne dadperwerane û bêyî amadebûna parêzerên wan hate rêvebirin. Her sê girtî bi tometa ‘serhildan, avakirina komên dijî hikûmetê, peywendî û komployên li dijî ewlehiya netewî û propagandaya li dijî dewletê’ bi cezayê darvekirinê hatin mehkûmkirin.