Şêniyên Girê Spî li dijî dagirkeriyê xwepêşandan li dar xist

Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî di rojên dawîn de xwepêşandan li dijî dagirkeran hatin lidarxistin.

Şêniyên Girê Spî li dijî dagirkeriyê xwepêşandan li dar xist
6 ÇILE, 2026   13:19
EYN ÎSA

Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî di rojên dawîn de xwepêşandan li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin lidarxistin. Şêniyên ku daketin qadan, endamên "Meclisa Xwecih a Girê Spî" ji aliyê dagirkeran ve hatine tayînkirin, bi gendeliyê sûcdar kirin û xwest ji kar werin dûrxistin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji Cotmeha 2019’an ve Girê Spî dagir kiriye, rewşeke jiyanî ya dijwar ferz kiriye û destwerdanê li tevahî qadên jiyanî dikin.

Dagirkeran gelek sazî û rêxistin li Girê Spî ava kirine ku destwerdanê li kar û barên şêniyan dikin û zehmetiyên wan zêde dikin. Şênî ji ber nebaşbûna rewşa xizmetguzariyê, bi taybetî ceyran û kêmbûna nan, zehmetiyan dikişînin.

(b)

ANHA