‘Dorpêçkirina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êşa zarok û nexweşan girantir dike’

Meclissa Olî ya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê li dijî regezên ola Îslamê ye û êşa zarok, nexweş û extiyaran girantir dike. Meclisê daxwaza rakirina dorpêçê kir.

‘Dorpêçkirina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êşa zarok û nexweşan girantir dike’
6 ÇILE, 2026   13:23
HELEB

Meclisa Olî ya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Helebê der barê dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde de daxuyaniyek da. 

Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Meryem Mihemed ve li ber Mizgefta Îstîqame ya li taxa Eşrefiyê, bi amadebûna bi dehan endamên meclisê hate xwendin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kiryarên li dijî şêniyên van taxan bi tevahî li dijî regezên ola Îslamê ne.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êş û azarên şêniyan û destnîşan kirin ku herî zêde bandor li zarok, nexweş û kal û pîran dibe, bi taybet di demsala zivistanê de û ji ber nebûna pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin, derman û sotemeniyê.

Meclisa Olî ya Jinan di dawiya daxuyaniya xwe de daxwaza rakirina bêyî şert û merc a dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd kir.

(k)