Li Sûriyeyê gelek teqîn pêk hatin, hikumet aşkera nake

Di hefteya dawîn de gelek teqîn li Sûriyeyê çêbûn û balafirên nenas li ser herêmê geriyan. Ji aliyê hikumeta veguhêz ve agahî û daxuyaniyên zelal nehatin dayîn. Ev yek bû cihê pirsan.

Li Sûriyeyê gelek teqîn pêk hatin, hikumet aşkera nake
6 ÇILE, 2026   13:12
ŞAM

Ji dawiya Kanûna 2025’an ve li gelek deverên Sûriyeyê teqîn çêbûn û balafirên şer li ser herêman geriyan. Der barê van bûyeran de agahiyên cuda hatin belavkirin. Lê hikumeta veguhêz agahiyên zelal nedan. Ev yek bû cihê pirsan.

30’Ê KANÛNA 2025’AN; NÛÇEYÊN PEVÇÛNAN DI HUNDIRÊ QESRA SEROKATIYÊ DE

Medyaya xwecih û çavkaniyên nefermî ragihand ku di hundirê qesra serokatiyê ya li Şamê de pevçûn derketin û gule hatin teqandin. Piştre dengê teqînan hat bihîstin.

Medyaya ser bi hikumeta veguhêz ve der barê van bûyeran de nûçe nedan. Lê medyaya rojavayî duh li ser zimanê çavkaniyekî dîplomatîk ê alîgirê hikumeta veguhêz piştrast kir ku di hundirê qesra serokatiyê de gule hatin teqandin, lê agahiyên zêdetir nedan.

Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdurehman da zanîn ku saet derdora 19.00’an gule hatine teqandin û derdora 12 deqeyan dewam kir. Rêveberê SOHR’ê anî ziman ku li gorî agahiyan birîndar hene û sedema bûyerê spart nakokiyên navxweyî yên di hundirê qesra serokatiyê de.

31’Ê KANÛNA 2025’AN; LI LAZIQIYÊ TEQÎN

Nûçegihanên me diyar kir ku li bajarê Laziqiyê dengê teqînan hat bihîstin. Rayedarên hikumeta veguhêz got dengê teqînan ji ber teqandina fîşekên hewayî ye, lê agahiyên zêdetir nedan.

2’YÊ ÇILEYA 2026’AN; BALAFIRÊN ŞER LI SER PERAVÊ GERIYAN

Nûçegihanên ji Laziqiye û Tertûsê ragihand ku di saetên nîvro de balafirên şer ên nenas bi nizmî li ser her du herêman digeriyan. Lê der barê vê yekê de daxuyanî nehatin dayîn.

3’YÊ ÇILEYA 2026’AN; LI ŞAMÊ TEQÎN

Li Şamê dengê teqînan hat bîsitin. Nûçegihanên me ragihand ku mûşek û gule li deverên leşkerî ketin. Lê hikumetê îdia kir ku taxên niştecihan hatin hedefkirin.

Li gorî SOHR’ê, gule li derdora qesra serokatiyê û derdora balafirgeha leşkerî ya Mezê ketine.

Medyaya ser bi hikumeta veguhêz ve jî ragihand ku guleyek li qubeya Mizgefta El Mihemedî, avahiya peywendiyan a li heman herêmê û guleya sêyemîn li derdora balafirgeha leşkerî ya Mezê ketine. Lê têkildarî ziraran agahî nedan.

4’Ê ÇILEYÊ; TEVGERÊN BALAFIRAN Û TEQÎN

Balafirên şer ku nehat zanîn aîdî kê ne, li ser bajar û gundewarên Tertûsê geriyan.

Di heman rojê de balafirên Îsraîlê li ser Şamê û gundewarên wê geriyan û li ser sînorê Sûriyeyê tedbîqat pêk anîn.

Di saetên êvarê de ji derdora bajarê Şamê dengê teqînan hat bihîstin. Berpirsekî leşkerî ji medyaya ser bi hikumeta veguhêz re diyar kir ku dengê teqînan ji ber perwerdeyên leşkerî ne, lê agahiyên zêdetir nedan.

Li derdora Laziqiyê 2 teqînên mezin rû dan. Der barê teqînan de berpirsên hikumeta veguhêz dîsa ji medyaya girêdayî xwe re îdia kir ku perwerdeyên leşkerî hatine kirin.

5’Ê ÇILEYÊ; LI NÊZÎ ŞAMÊ TEQÎN Û TEVGERA BALAFIRÊN ÎSRAÎLÊ

Li derdora Şamê dengê teqînan hat bihîstin. Çavkaniyên nêzî hikumeta veguhêz diyar kir ku li herêma Wadî Bereda perwerdeyên leşkerî hatine kirin. Hemwextî wî balafirên Îsraîlê li ser Şamê digeriyan.

Ev geşedanên ku di nava hefteyê de rû dane, di medyaya hikumeta veguhêz de nehatin rojevkirin û daxuyaniyên zelal li ser sedema van bûyeran û encamên wan nehatin dayîn.

DAXUYANIYEK HAT RAKIRIN

Wezareta Karên Hundir a hikumeta veguhêz duh daxuyaniyek li ser malpera xwe weşandibû. Di daxuyaniyê de nûçeyên ku dibêjin serokê hikumetê li qesra serokatiyê hatiye hedefkirin û teqîn çêbûne, red kirin. Wezaretê piştî demeke kurt daxuyanî rakir. Ev yek gumanên li ser rastiya bûyerên ku rû dane zêdetir kirin. Piştre dîmeneke kurt a Ehmed El Şeri weşand ku li dikanekê bi pereyên nû yê Sûriyeyê kirînê dike. Hat îdiakirin ku dîmen nû ye û ji Şamê ye.

Li gel van rûdanan, agahî hatin parvekirin ku di navbera hêzên girêdayî hikumeta veguhêz de nakokî derketine, nemaze piştî tevlêbûna hikumetê ya nava Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ’ê (23 Mijdar 2025).

(b)