Şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê sersaxî da malbatên şehîd Kendal û Dildar

Xelkê bajarên Dirbêsiyê û Zirganê sersaxî da malbatên şervanên QSDˋê şehîd Dildar û Kendal û soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna welatekî azad da.

3 sibat, 2025   18:35
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo her du şervanên QSDˋê şehîd Kendal Kobanê (Lorans Mehmûd) û şehîd Dildar Dirbêsiyê (Fehed Eyûb) merasîmeke sersaxiyê li dar xist. Kendal Kobanê di 1ˋê Sibatê de li bajarê Zirganê di encama bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn û Dildar Dirbêsiyê jî di heman rojê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Konê sersaxiyê yê şehîd Kendal li pêş mala wî ya li bajarokê Til Beyder hat vedan û ya şehîd Dildar jî li gundê Xirbet El Îd ê bajarokê Sêgir hat vedan.

Di merasîmê de şêniyên her du bajaran beşdar bûn. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Fatme Keleş axivî û got: "QSDˋê di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de destanên lehengiyê dinivîsîne. Me li kêlek zarokên xwe yên şervan in û rêça wan a berxwedanê heta serkeftinê dişopînin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê Serdar Şikakî jî diyar kir ku ev qonaxa heyî qonaxa hebûn û nebûnê ye, divê gel li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têkoşînê mezin bike.

Her wiha endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Dirbêsiyê Îsmaîl Elo jî got: "Gelê me li dijî siyasetên înkarkirinê ku heta roja îro didomin, têkoşîna xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike."

Merasîm bi silavkirina berxwedana QSDˋê bi dawî bû.

(fr)

ANHA