Komîteya Malbatên Şehîdan nasnameya Hêva Erebo û Dilawer Erebo aşkera kir

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê PYDˋê Dilawer Erebo û endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Komîteya Malbatên Şehîdan nasnameya Hêva Erebo û Dilawer Erebo aşkera kir
3 sibat, 2025   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) û endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) şehîd bûn.

Dilawer Ebdulqadir Erebo ji bajarê Dirbêsiyê ye, di 1990ˋî de hatiye dinê, Hêva Erebo jî ji heman bajarî ye û di 1981ˋê de li gundê Delîk ê Dirbêsiyê hatiye dinê.

(fr)

ANHA