Ednan El Berî ji bo birêvebirina karên Gerînendeyiya Perwerdeyê ya Hesekê hat erkdarkirin

Ednan Mihemed El Berî, bi armanca misogeriya berdewama xebata îdarî û perwerdehiyê ya gerînendetiyê, ji bo birêvebirina karên Gerînendeyiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Hesekê hate erkdarkirin.

Ednan El Berî ji bo birêvebirina karên Gerînendeyiya Perwerdeyê ya Hesekê hat erkdarkirin
1 adar, 2026   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Perwerdeyê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Mihemed Ebdurehman Tirko, biryarnameyek derxist ku birêz Ednan Mihemed El Berî yê karmendê pileya yekem, ji bo birêvebirina karên Gerînendeyiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Hesekê erkdar kir.

Ev biryar di çarçoveya pêwîstiyên berjewendiya giştî de tê, û bi armanca misogeriya berdewama karê îdarî û perwerdeyî li gerînendeyiyê ye.

(fr)