Şêniyên Dêrikê şehîd Mihemed Emîn bi bîr anîn

Şêniyên bajarê Dêrikê bi merasîmekê endamê PYD`ê şehîd Mihemed Emîn bi bîr anîn û destnîşan kirin ku têkoşîn û berxwedan erka her kesî ye.

Şêniyên Dêrikê şehîd Mihemed Emîn bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê şehîd Mihemed Emîn bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê şehîd Mihemed Emîn bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê şehîd Mihemed Emîn bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê şehîd Mihemed Emîn bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê şehîd Mihemed Emîn bi bîr anîn
17 tebax, 2025   22:09
QAMIŞLO

Ji bo endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şehîd Mihemed Emîn Mihemed li gundê Girziyaret Abasa yê bajarê Dêrikê, konê sersaxiyê hate vedan. Şêniyên bajarê Dêrikê û gundan, tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Şehîd Mihemed Emîn Mihemed 25`ê Hezîrana 2015`an ji ber nexweşiya giran li Mexmûrê şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Koçerat Suad Şawîş axivî û got: “Ji bo ku gelê Kurd serkeftinê bi dest bixe, berxwedan û têkoşîn gerek e. Şehîd Mihemed li ser şopa şehîdan, li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan, ji bo sepandina demokrasiyê û aştiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xizmeta civaka xwe kir.”

Endamê Meclisa Bajarê Dêrikê Mehmûd Îbrahîm jî wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de, hevgirtin gelek girîng e. Plan li dijî biratiya gelan gelek in.”

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadetê ys şehîd Mihemed Emîn MIhemed hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

(şx)

ANHA