Pezeşkiyan têkildarî ‘agirbestê’ daxuyanî da

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, têkildarî agirbesta demkî ya bi DYA û Îsraîlê re daxuyanî da.

Pezeşkiyan têkildarî ‘agirbestê’ daxuyanî da
8 nîsan, 2026   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, têkildarî agirbesta demkî ya bi DYA û Îsraîlê re daxuyanî da. 

Pezeşkiyan, li ser hesabê xwe yê X’ê got: “Ev agirbesta ku rêgezên sereke yên Îranê hatin qebûlkirin, berhema xwîna şehîdê me yê mezin Xamaney û serkeftina hebûna gelê Îranê ye. Îro jî em ê di qada dîplomasiyê, parastin, kolan û xizmetê de mil bidin milên hev.”