‘Em ê nehêlin zalim lingên xwe deynin ser vê axê’

Jinên ji Dêrikê destnîşan kir ku ew her tim ji bo parastina xaka xwe amade ne û li hemberî şerê qirkirinê banga xurtkirina yekitiya neteweyî kir.

‘Em ê nehêlin zalim lingên xwe deynin ser vê axê’
12 kanûn, 2024   07:10
QAMIŞLO
KELZÛMA ELÎ

Li hember êrişên giran ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xelkê herêmê, bi taybet jinan, destnîşan kir ku parastina welat erk û berpirsyariya her kesî ye.

Der barê mijarê de Sewsen Yûsif a ji Dêrikê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku ew her dem amade ne ku destkeftiyên gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Sewsen bal kişand ser girîngiya birêxistinkirina gel a li ser bingeh û rêgezên xweparastinê.

Sewsen her wiha diyar kir ku wan di salên şoreşê de li ser awayên rêxistin û parastinê xwe perwerde dîtin û got: "Me girîngiya pêşxistina sîstemên parastinê ji hêlên siyasî, leşkerî, civakî û yên din ve fêm kir. Me xwe perwerde kir da ku herêmên xwe ji hemû êrişan biparêzin. "

Sewsenê her wiha banga yekitiya Kurdan kir da ku rê nedin ku destkeftiyên Kurdan têk biçin.

Zelîxa Mihemed jî piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) anî ziman û wiha got: "Em amade ne ku mil bi mil bi şervanên QSD`ê re axa xwe biparêzin û em di wê baweriyê de ne ku em ê li dijî hemû planên qirkirinê yên ku li ser me hatine pêkanîn bi ser bikevin.”

Zelîxayê di berdewama axaftina xwe de got: "Em soz didin ku heta dilopa dawî ya xwîna me, em ê li ser axa xwe bimînin û ji dagirkeran re nehêlin, em ê destkeftiyên şoreşa xwe û şehîdên xwe biparêzin û em ê nehêlin zalim lingên xwe deynin ser vê axê. "

Jina bi navê Wesfê Murad jî destnîşan kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Divê em wek civak û sazî xwe bi rêxistin bikin û bi rihê şoreşgerî axa xwe biparêzin.”

(k)

ANHA