‘Ji ber ku îradeya siyasî nîn e edaleta veguhêz bi rê ve naçe’

Lêkolîner Lezgîn Îbrahîm diyar kir ku edaleta veguhêz bi rê ve naçe, ji ber wê aramî li Sûriyeyê çênabe û pirsgirêk nayên çareserkirin.

‘Ji ber ku îradeya siyasî nîn e edaleta veguhêz bi rê ve naçe’
31 tîrmeh, 2026   03:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Zêdetirî salek û nîv li ser hilweşandina rejîma Baasê û hatine hikumeta demkî ya Sûriyeyê re derbas bû. Hîna edaleta veguhêz li Sûriyeyê bi rê ve naçe û rojane tundî û kuştin hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li Sûriyeyê ji dawiya sala 2024`an heyanî niha 13 hezar û 592 (hefteyên dawiyê yên 2024`an 2 hezar û 354 kuştî, 2025`an 9 hezar û 272 û 2026`an hezar û 966) kes hatine kuştin.

Lêkolînerê Navenda Firat a Lêkolînên Stratejîk Lezgîn Îbrahîm têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Lezgîn Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Edaleta veguhêz li Sûriyeyê naxebite, ji ber îradeya siyasî nîn e û dad ne serbixwe ye. Di aliyê qanûnî de sûcên hatine kirin, lêkolîn nakin û nabe tenê aliyek ji bo binpêkirinên hatine kirin, were lêpirsînkirin. Her wiha dad ne serbixwe ye, gelek navendên hêz û çekan hene, bi kesayet û komên ku sûc kirine di nava hevsengiyê de ne. Her wiha arşîv û îsbatên binpêkirin û gorên komî nehatine parastin. Jixwe malbatên girtî, kesên windakirî û rêxistinên civaka sivîl nexistine nava pêvajoya edaleta veguhêz. Hîna dadê ji jor ve û li gorî hesabên rayedar û ewlehiyê bi rê ve dibin. Edaleta ji jor ve tê birêvebirin wê her tim sînordar be."

Îbrahîm anî ziman ku heke edaleta veguhêz bi rê ve neçe dê neyînî bandorê li civakê bike û wiha pê de çû: "Heke edalet nebe em nikarin behsa lihevhatina civakê bikin. Heyanî ku ew kiryarên hatine kirin neyên lêpirsînkirin û hesab neyê xwestin nikarin ji malbatên kuştî, girtî û kesên windakirî bixwazin ku kiryarên hatine kirin jibîrbikin û rûpeleke nû vekin. Ji xwe heke hesab nexwazin her komek li Sûriyeyê dê li gorî xwe tevbigere. Civak jî bi rê û rêbazên xwe tola xwe radike û xwe biparêze. Ev yek dê bibe sedema ku lihevhatina civakî çênebe. Heyanî ku edaleta veguhêz li Sûriyeyê bi rê ve neçe aramî li Sûriyeyê çênabe û dê her tim pirsgirêkên ewlehiyê hebin. Dibe ku li hinek herêmên Sûriyeyê ji aliyê ewlehiyê de bêdengî çêbe lê pirsgirêka ewlehiyê ya Sûriyeyê çareser nabe û dê her tim tolrakirin û şerê çekdarî çêbe.”

Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de got: “Heke welatî bibînin ku dad dikare berpirsên kiryaran ceza bike û qurbaniyan biparêze, êdî dewlet rewa dibe û kesek ji aliyê xwe ve tolê ranake. Di bin navê girîngiyê didin ewlehiyê pêvajoya edaleta veguhêz talok dikin. Ev yek dibe sedema ku hîn zêdetir kuştin, girtin û tûndî çêbe û aliyê qanûnî û ewlehiyê de pirsgirêk mezintir bibin.”

Her wiha Îbrahîm got pêdiviya Sûriyeyê bi edaleta veguhêz heye û wiha lê zêde kir: “Li Sûriyeyê hinek civak difikirin ku edalet li hemberî wan tê bikaranîn, hinek civak jî dibêjin ku qurbaniyên wan hatine paşguhkirin. Di encama wê de dosya kiryaran şûna bibe bingehê avakirina dewletê bûye beşeke şerê desthilatê. Çi qasî pirsgirêkên ewlehiyê zêde bibin ew qasî pêdivî bi edaleta veguhêz heye. Ji ber bi edaleta veguhêz re qanûn li pêşe û divê kiryarên di dema rejîma berê de û di vê demê de çêbûne werin lêkolînkirin û hesab ji wan were xwestin.”

Ji bo destpêkirina pêvajoya edaleta veguhêz Îbrahîm wiha got: “Ji bo dest bi pêvajoya edaleta veguhêz bikin divê gav bavêjin. Xwe bighînin malbatên qurbaniyan, kesên windakirî, jin, koçber, nûnerên pêkhateyên Sûriyeyê û rêxistinên civaka sivîl. Her wiha desteya edaleta veguhêz ser bixwe be û bi desthilata rêveber û leşkerî ve ne girêdayî be. Her wiha divê bi baldarî endamên desteya edaleta veguhêz hilbijêrin, karê wê bişopînin û raporên wê ji raya giştî re aşkera bikin. Her wiha arşîva gorên komî, girtîgeh û saziyên ewlehiyê aşkera bikin. Nasnameya kesên windayî lêkolîn bikin û agahiyê bidin malbatên wan. Jixwe divê şahid û kesên ji bûyeran rizgar bûne, werin parastin. Kes û komên li Sûriyeyê bûne sedema gelek binpêkirinan hîna di nava hikûmeta demkî xwedî hêz in.”

Îbrahîm got divê daîreyên dadê werin avakirin û wiha berdewam kir: "Dikarin van daîreyên dadê ji pisporên Sûriyeyî û navneteweyî werin avakirin û hemû bûyerên di şer de qewimîne lêkolîn bikin. Kesên têne sûcdarkirin divê ji nava artêşê û saziyên ewlehiyê derkevin. Mulkên gelê Sûriyeyê li wan vegerînin, destek bidin malbatên kesên windakirî û yên ziyan dîtine. Her wiha divê aqûbeta hemû kesên windakirî zelal bibe."

Di dawiyê de Lezgîn Îbrahîm got: "Sûriye dikare sûdê ji tecrubeyên navneteweyî wergire. Dosyaya koçber û kesên windakirî çareser bibe û reformê di saziyan de çêkin."

(np)

ANHA