Rîhan Loqo: Em li hember tundiya domdar têkoşînê jî domdar dikin

Rîhan Loqo da zanîn ku li herêmê li hember jinan tundiya siyasî bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re pêk tê, ji bo sekina li hember wê jî têkoşîn berdewam dike û got “Em li hember tundiyê têkoşîna domdar bidomîn.”

Rîhan Loqo: Em li hember tundiya domdar têkoşînê jî domdar dikin
25 mijdar, 2024   04:10
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ji ANHA`yê re axivî.

Rîhan Loqo diyar kir ku têkoşîna wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî parçeyekî têkoşîna navneteweyî ye û got: “Di şoreşa jinan de jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengî kir, li hember desthilatdariya ku xwe li ser jinan ferz dike, serî hilda û gaveke bikok avêt. Ji bo avakirina civakeke nimûne di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de her ku dem derbas dibe, jin asta têkoşîn, berxwedan û zanistê bilind dikin.”

Rîhan Loqo bal kişand ser bingeha ku tundiyê û wiha axivî: “Bingeha xwe ji hişmendiya desthilatdar, baviksalar, dagirkeriyê digire. Çawa di dîroka kevnar de her tişt ji dest jinan hate dizîn, dixwazin niha jî heman tiştî bikin, keda jinan binpê bikin û wan qir bikin.”

‘LI HERÊMÊ TUNDIYA DERÛNÎ Û SIYASÎ LI SER JINAN HEYE`

Rîhan Loqo destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta tundiya li ser jinan ne mîna salên derbasbûyî ye û wiha dom kir: “Em dibînin ku asta tundiya bedenî kêm dibe, tundiya bedenî bûye cihê ku civak jê şerm dike. Tundiya derûnî heye, li aliyeke din tundiya siyasî jî bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re, bi taybet li dijî jinan heye. Gelek caran pêşengên şoreşa jinan bi balafirên xwe yên bêmirov hedef girtine. Tundiya siyasî li pêş çavê cîhanê çêdibe, mixabin cîhan bê deng e.”

LI HEMBER TUNDIYÊ PERWERDEYÊN HEVJIYANA AZAD

Rîhan Loqo diyar kir ku Kongra Star perwerdeyên jin û mêran bi rêxistin dike û dewreyên taybet ji bo mêran hatin birêxistinkirin û wiha dewam kir: “Ji bo wan heqîqeta dîroka jinan tê dayîn, da ku ew jî bikarin li hember hişmendiya desthilatdariyê tê bikoşin, jin û mêr bi hev re bigihêjin hevjiyaneke azad û pêşengiyê ji sîstema demokratîk re bikin.”

Rîhan Loqo da zanîn ku encamên xebatên perwerdekirina civakê di asteke baş de nirxandin û wiha got: “Hişmendiya 5 hezar sal bi perwerdeyekê ji sedî sed nayê guhertin, lê ji bo naskirinê, guhertinê û têkbirina zîhniyeta desthilatdar wekî gavên destpêkê em guhertinê erênî dibînin.”

`BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR SEKNA LI HEMBER TUNDIYÊ PÊWÎSTIYEK E`

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo destnîşan kir ku di vê sedsalê de pêkanîna têkoşîn, serhildan û şoreşên jinan li seranserî Kurdistanê û Rojhilata Navîn gavên dîrokî ne, bi bi van serhildan û şoreşan jin bi hev re dikarin xeleka azadiyê xurttir bikin û got: “Jin bi hevgirtin û yekitiyekê li hev kom bibin, konfederalîzma xwe ya demokratîk ava bikin, wekî nimûneya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes û Suryan bi hev re ava kirine. Bi têkoşîneke hevpar sekna li hemberî tundiyê pêwîstiyek e. Divê em bi hev re li ser asta navneteweyî vê konfederalîzmê xurt bikin û vê sedsalê bikin sedsala jinên azad. Em ê bi hev re hêza xwe ya birêxistinbûyîn, xweparastinê xurt bikin û planên dijmin ên qirkirinê têk bibin.”

ANHA