Şênî daxwaza birêxistinkirina tevgera motorsîkletan dikin

Li bajarê Hesekê motorsîklet zêde têne bikaranîn. Şênî ji vê yekê aciz bûne û rayedarên Trafîkê jî diyar kir ku vê mijarê dinirxînin û hîna biryareke fermî têkildarî ajokarên motorsîkletan nehatiye dayîn.

12 mijdar, 2026   06:40
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Xelkê Hesekê anî ziman ku motorsîklet zêde tên bikaranîn û ji rayedarên Trafîkê daxwaz kir ku ew werin şopandin. 

Welatiyê bi navê Ciwan Sadûn got hinek xwediyên motorsîkletan xelkê aciz dikin û qanûnan paşguh dikin. Hinek jî li ser motorsîkletan karê xwe dikin, divê rêveberên Trafîkê vê cudahiyê bibîne.

Elî Ednan jî got morotsîklet ji bo diziya telefonan, çenteyê jinan û trembêl kirine hedef, bi kar tînin. Ew ji aliyên têkildar daxwaz dikin ku destwerdanê bikin û dawî li van pirsgirêkan bînin.

Ednan diyar kir ku ew ditirsin telefona xwe derxin û yek ji cîranên wan dema ku li ber deriyê xwe bûn kesek li ser motorsîkletê telefona wî ji destê wî revandiye.

AJOKARÊN MOTORSÎKLETAN DAXWAZA ÇARESERIYÊ DIKIN

Yek ji ajokarên motorsîkletan Amir Yasîn got ew bi motorsîklêta xwe xelkê dibîne û tîne û wisa debara jiyana xwe dike. Ew kesên ku diziyê dikin, qanûnan paşguh dikin û trembêlan dikin hedef, navê wan jî xira dikin. Ji trafîkê daxwaz kir ku karê motorsîkletan bi rêxistin bike.

Li gorî serjimariya nefermî nêzî hezar motorsîklet li Hesekê hene. Ajokar bi rêya motorsîkletan xelkê dibin û tînin.

Yasîn anî ziman ku ew li ser motorsîkleta xwe dixebite û malbata xwe xwedî dike.

Ajokarên motorsîkletan û şêniyan daxwaz kir ku navên ajokarên motorsîkletan bên qeydkirin, hejmara wan hebe, trafîk cihekî ji bo wan diyar bike û lê bisekinin û cilên ajokarên motorsîkletan wekhev be.

JI DESTPÊKA SALÊ VE 70 QEZA ÇÊBÛNE

Gerînendeyê Gerînendetiya Trafîkê ya bajarê Hesekê Salih Nebî got ew pirsgirêka motorsîkletan dinirxînin lê hîna fermî biryar derneketiye. Her wiha da zanîn ku qezayên trafîkê çêdibe û pirsgirêkên ewlehiyê derdikevin. Ajokarên motorsîkletan trembêlan gulebaran dikin.

Li gorî Nebî ji destpêka salê ve nêzî 70 qezayên trafîkê çêbûne. Di dawiyê de Nebî got fermî biryar ji bo motorsîkletan dayîn bi pêvajoya entegrasyonê ve girêdayî ye.

(np)

ANHA