Senaryoyên têkildarî siberoja Îranê û fikarên Lubnanê li ser bandorên şer

Rojnameyan nivîsî ku kuştina Elî Xamineyî guhertineke stratejîk e ku dê bibe sedema “erdhejeke sazûmaniyê” di nava rejîma Îranê de û vesazkirina herêmê.

Senaryoyên têkildarî siberoja Îranê û fikarên Lubnanê li ser bandorên şer
2 adar, 2026   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî li ser şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, bandorên kuştina Elî Xamineyî li ser Lubnanê û senaryoyên siberoja Îranê nivîsî.

‘ERDHEJA XAMINEYÎ Û ÇEMÊ KUŞTINAN’

Rojnameya El Şerq El Ewset kuştina rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî wek erdheja siyasî ya herî xeternak ku dikare Komara Îslamî hilweşîne nirxand ku bandora wê ji rûxandina dezgehên nukleerî yan jî windahiyên mezin ên herêmî derbas dibe.

Rojnameyê ev bûyer bi kuştinên li herêmê re berawird kir, wekî kuştina serokê berê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih, serokê Lîbyayê Muammer Qedafî, serokwezîrê Lubnanê Refîq Herîrî û serokê berê yê Iraqê Sedam Huseyîn.

Rojnameyê diyar kir ku kuştina Xamineyî ji hêla bandorê ve ji hemûyan derbas dibe, ji ber rewşa herêmî û giraniya jeopolîtîk a Îranê.

‘TÊBÎNIYÊN LI SER ÊRIŞA DYA-ÎSRAÎLÊ’

Rojnameya El Beyan hin têbînî li ser êrişên li ser Îranê nivîsîn û destnîşan kir ku destpêkirina şer piştî kombûna leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dihat texmînkirin û dan û standinên nerasterast li Omanê ji bo derbaskirina demê tenê perdeyek bûn.

Rojnameyê bal kişand ser bombebarana Îranê ya li ser hedefên li welatên Kendavê ku baregehên DYA’yê ne û bandorên vê yekê li ser helwestên van welatan di rojên pêş de û hişyarî da ku herêm ber bi rojên pir hesas ve diçe.

‘GEFÊN DYA’YÊ: ÇARENÛSA LUBNANÊ BI BÊALÎBÛNA WÊ VE GIRÊDAYÎ YE’

Rojnameya El Axbar li ser bandora kuştina Xamineyî ya li ser Lubnanê nivîsî û bal kişand ser zêdebûna fikarên navxweyî. Li aliyekî din hikumet xwe dispêre siyaseta "bêalîbûnê".

Rojnameyê ragihand ku serokkomarê Lubnanê Cozef Ewn peyamek ji DYA’yê wergirtiye ku tê de tê gotin ku Îsraîl heta ku kiryarên dijminane ji axa wê neyên destpêkirin, li dijî Lubnanê şer nake û ev peyam wek hişyariyeke zelal e.

‘5 SENARYO JI BO ÎRANA PIŞTÎ XAMINEYÎ’

Rojnameya El Ereb a li Londonê 5 senaryo ji bo siberoja Îranê, bandorên kuştina Xamineyî destnîşan kirin.

Ya yekem; serdestiya leşkerî ya tevahî bi serokatiya generalên Pasdarên Şoreşê yên mayî ku ev yek dê dewletê vediguherîne rewşek ewlehiyê ya awarte.

Ya duyem; şerê navxweyî ku dibe hewldanek ji bo radestkirina desthilatdariyê bo Muctaba Xamineyî were kirin, pê re jî nakokî di nav dezgeha îstîxbaratê de çêbe.

Ya sêyem; serhildaneke gel a berfireh piştî têkçûna heybeta rejîmê û tevliheviya saziyên wê.

Ya çarem; parçebûna erdnîgariyê û îhtimala ku herêmên sînor ji kontrola navendê derkevin.

Ya pêncem; bilindbûna opozîsyona derve û avakirina hikumeteke alternatîf ku ji hêla navneteweyî ve were pejirandin.

(k)