Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 31 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand, di encama êrişa duh bi şev ya Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de 31 kes hatine kuştin û 139 kes jî birîndar bûne.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 31 kes hatin kuştin
2 adar, 2026   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa Hizbullah ya li ser baregeha Îsraîlê ya li Heyfayê, Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrişa duh bi şev ya Îsraîlê ya li ser Başûrê Lubnanê de 31 kes hatine kuştin û 139 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin di encama êrişê de ziyanên mezin yên madî jî çêbûne.

Li aliyê din vê sibehê Serokê Fraksiyona Hizbullahê ya li Parlamentoya Lubnanê Mihemed Raed di encama êrişek hewayî ya Îsraîlê de hat kuştin.