Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk: Bazirganên xwînxar sûdê ji fitneyê werdigirin

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk mela Mihemed Reşîd El Garzanî got zimanê nefretê civaka Sûriyeyê tehdît dike û bang li zanyarên olî û rûspiyên eşîran kir ku hezkirin û xwişk û biratiyê di nava civakê de belav bikin.

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk: Bazirganên xwînxar sûdê ji fitneyê werdigirin
8 cotmeh, 2026   05:45
QAMIŞLO
MIHEMED ELO

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk mela Mihemed Reşîd El Garzanî ji ANHA`yê re axivî û têkildarî provokasyonên li Hesekê çêdibin nêrînên xwe anîn ziman.

Di destpêka axaftinê de mela Mihemed got: “Gelê Kurd her tim dixwaze aram û ewle bijî, bêaramiya Sûriyeyê dikeve ber xizmeta bazirganên xwînxwar ên Sûriyeyê ku daîmî dixwazin fitne derkeve. Piştî ku rejîma Baas hilweşiya û şerê 14 salan bi dawî bû, gelê Sûriyeyê hêvî dikir ku Sûriyeyeke nû were avakirin lê hîna zîhniyeta kuştin, zimanê nefretê û qebûlnekirina hev didome.”

Têkildarî meşa înê ya li Hesekê çêbû mela Mihemed wiha axivî: "Roja înê derketin xwepêşandanê û hewl dan ku şer li Hesekê çêbe. Gelê Kurd ê Sûriyeyê daxwaza mafên xwe yên rewa mîna ziman dike û dixwaze cihê xwe di nivîsandina destûrê Sûriyeyê û rêvebirina wê de bigire.”

Mela Mihemed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya Ereb û Kurdan û got: "Berê di navbera Ereb û Kurdan de pirsgirêk tune bûn, Ereb ji Dêrazor û Reqayê her tim dihatin herêmên me û pêdiviyên xwe pêk dianîn. Dema ku gelê Kurd daxwaza mafên xwe dike nayê wateya parçebûyînê, ew tê dikoşin da ku mafên wan ên ziman, çand, siyasî û hwd di destûra Sûriyeyê de misoger bibe. Heke xwendekarên Kurd xwendina xwe bi zimanê xwe berdewam nekin, zilmeke mezin li wan tê kirin, nabe ku zimanê neteweyekê were înkarkirin û zimanekî dîtir li ser were ferzkirin."

Di dawiyê de mela Mihemed bang li gelê Sûriyeyê kir û got: "Bila gelê Sûriyeyê mîna berê bi hev re aştiyane bijî û dev ji zimanê nefretê, kuştin û provokasyonan berde. Ez bang li zanyarên dîn û rûsipiyên eşîretan dikim ku hezkirin, xwişk û biratiyê di nava gel de belav bikin. Di xîtaba xwe de banga jiyana hevbeş û aştiyê bikin."

(np)

ANHA