Şehîdên teqîna Qamişloyê di salvegera şehadetê ya 6ˊemîn de hatin bibîranîn

Malbatên şehîdên teqîna kolana El Wehdê ya bajarê Qamişloyê bi boneya salvegera 6ˊemîn a şehadetê wan merasîmek li Pakrewangeha Şehîdên Sivîl li dar xist.

11 mijdar, 2025   19:40
QAMIŞLO

Çeteyên DAIŞˊê di 11ˊê Mijdara 2019ˊan de 2 erebeyên bombebarkirî li taxa El Wehdê ya bajarê Qamişloyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqandibûn, di encamê de 5 kes şehîd bûn û 26 kes jî birîndar bûn.

Bi boneya salvegera 6ˊemîn a teqînê û bîranîna şehîdên teqînê malbatên şehîdan li Pakrewangeha Şehîdên Sivîl a Qamişloyê merasîmek li dar xist.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin û amadebûna endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Şaredariya Gel a Qamişloyê hat lidarxistin.

Malbatên Şehîdan bi rakirina wêneyên şehîdan û dirûşmeya "Şehîd Namirin" derbasî pakrewangehê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hisên Ebdurehman diyar kir ku "Bi vê boneyê em hemû şehîdên tevgera rizgariyê bi bîr tînin. Em îro bi saya van şehîdên ku di oxira me de canê xwe de dijîn û bi ewle ne. Em ê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin û xebatên di oxira wan de şehîd bûne, em ê temam bikin."

Piştre nûnera Nivîsgeha Rêveber a Şaredariya Qamişloyê Welîde Hesen hemû şehîd bi bîr anîn û got:" Em ê heya roja dawî li ser şopa şehîdên xwe bin û rêberê xwe Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin."

(fk/fr)

ANHA