Serbestberdana dîlgirtiyan dereng ma, aliyên fermî tu daxuyanî nedane

Pêvajoya serbestberdana dîlgirtiyan a di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de dereng maye. Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku hejmara girtiyên mayî di navbera 500-600’an de ye.

Serbestberdana dîlgirtiyan dereng ma, aliyên fermî tu daxuyanî nedane
21 nîsan, 2026   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêvajoya serbestberdana dîlgirtiyan a di navbera hêzên ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta demkî de, di çarçoveya bicihanîna Peymana 29`ê Çileyê de, di demên dawîn de pir dereng dimîne, bêyî ku tu daxuyaniyeke fermî ji bo sedemên derengmayînê were dayîn.

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji çavkaniyên hikumetê û Rêveberiya Xweser wergirtine, di navbera 500-600 dîlgirtiyan di destê hikumeta demkî de ne.

Tevî ku hatibû plankirin dawiya vê hefteyê komeke dîlgirtiyan were berdan, lê di 10 rojên borî de tu serbestberdan çênebûne û niha pêvajo bêyî daxuyaniyeke fermî rawestiyaye.

Pêşvajoya serbestberdana dîlgirtiyan di 10`ê Adara 2026’an de dest pê kir, di qonaxa yekem de ji her du aliyan 100 kes serbest hatin berdan, di 19`ê Adara 2026’an de ji her du aliyan 300 kes serbest hatin berdan, di 11’ê Nîsana 2026’an de jî 400 kes ji aliyê hikumeta demkî ve li hember 91 kesên di destê QSD’ê de, hatibûn berdan.

(k)