Li Şedadê 5 zarok bi bermahiyên şer birîndar bûn

Li gundê Reşîdiyê yê gundewarê Şedadê yê kantona Cizîrê 5 zarok bi bermahiyên şer birîndar bûn.

Li Şedadê 5 zarok bi bermahiyên şer birîndar bûn
5 ÇILE, 2025   20:36
HESEKÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêma Şedadê dane, li gundê Reşîdiyê ku 10 kîlometre li bakurê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ye, 5 zarok ji ber teqîna bermahiyên şer birîndar bûn.

Navên zarokên birîndar wiha ne: Beşar Basil El Hisên, Sened Elî El Hisên, Macid Hisên El Elî, Hisên Elî El Hisên û Dawûd Elî El Hisên.

Nûçegihan diyar kir ku birînên zarokan di navbera navîn û sivik de ne û ew rakirin nexweşxaneyan.

(fr)

ANHA