Şehîd Viyan Soran li Minbic û Reqayê hate bibîranîn

Jinan li kantona Reqa û Minbicê şehîd Viyan Soran bi çalakiyên cuda bi bîr anî. Di wan çalakiyan de beşeke ji nameya ku Viyan ji malbata xwe re şandiye, hate xwendin.

1 sibat, 2024   16:30
MINBIC

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê bi du çalakiyên cuda şehîd Viyan Soran bi bîr anî ku li dijî komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan 2`yê Sibata 2006`an bedena xwe da ber êgir.

Di çalakiyan de bi dehan jin, şênî, siyasetmedar, endamên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdar bûn.

Beşek ji jiyana şehîd Viyan Soran, pêvajoyên têkoşîna wê di tevgerê de, ji beşdarên çalakiyan re hate gotin. Her wiha nameya ku ji malbata xwe re jî têkildarî çalakiya xwe şandiye hate xwendin.

Beşdaran soz da ku rêya şehîd Viyan Soran û şehîdên azadiyê berdewam bikin, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya jinan pêk were.

Her wiha sînevîzyonek têkildarî jiyan, pêvajoya têkoşîna şehîd Viyan û nameya ku ji malbat û hevalên xwe re şandiye, hate pêşandan. Di dawiyê de mûm li ber wêneyên şehîd Viyan hat pêşxistin.

(şx)

ANHA