Li Til Hemîsê li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê armancên Komploya Navneteweyî û rêbazên sekna li hember wê di semînerekê de gotûbêj kirin.

Li Til Hemîsê li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
Li Til Hemîsê li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
Li Til Hemîsê li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
Li Til Hemîsê li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
1 sibat, 2024   15:41
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna salvegera 25`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, Meclisa Navçeya Til Hemîsê semînerek li Navenda Çandê li dar xist. 

Di semînerê de endamê rêveberiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê Fayiq El Ehmed armancên komployê û rola dewletên komploger şîrove kirin.

Fayîq destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan projeyeke demokratîk pêşkêş kir ku mafên tevahî pêkhateyan dabîn dike û alternatîfê pergalên zordest e.

Fayîq diyar kir ku pêkhateyên herêmê serî ji hegemoya kapîtalîst natewîne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, azadiya gelan û demokrasiyê dê têkoşînê berdewam bikin.

Di dawiya semînerê de sînevizyonek têkildarî komploya navneteweyî, berdewamkirina wê li dijî gelan û berxwedana gel li hember wê hate pêşandan.

(şx)

ANHA