Kremlin: Bûyerên li Helebê binpêkirina serdestiya Sûriyeyê ne

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov diyar kir ku geşedanên li Helebê binpêkirina serweriya Sûriyê ye û ragihand ku welatê wî amade ye piştgiriya hikumeta Şamê bike.

Kremlin: Bûyerên li Helebê binpêkirina serdestiya Sûriyeyê ne
29 mijdar, 2024   14:11
NAVNDA NÛÇEYAN

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) Dmitriy Peskov der barê êrişên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên li ser gundewarên Heleb û Idlibê de nirxandin kir.

Peskov di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku geşedanên li Helebê bi "binpêkirina serweriya Sûriyeyê" bi nav kir û got welatê wî amade ye piştgiriya hikumeta Şamê bike.

Dmitriy Peskov ji hikumeta Şamê xwest bi hez herêmê kontrol bike.

(bb)