Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî li Dêrik û Çilaxayê hatin bibîranîn

Jinên li kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê Sara, Ronahî û Rojbîn bi bîr anîn û ji bo bidestxistina azadiyê û rizgarkirinê soza şopandina rêya şehîdan da.

11 ÇILE, 2025   16:33
QAMIŞLO

Kongra Star li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo bibîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiyek li dar xist.

Endamên Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û nûnerên partiyên li Çilaxayê tev li çalakiyê bûn.

Endama Kongra Star Nezhet Seyf axivî û di şexsê her sê şehîdan de, tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Nezhet diyar kir ku dewleta Tirk di şexsê pêşengên tevgera jinan de, tevahî jinên li hember pergala baviksalariyê li ber xwe didin, dike hedef û got komkujiya Parîsê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Nezhet soz da ku rêya her sê şehîdan bidomînin û ji bo azadiyê têkoşînê mezin bikin.

Dûre sînevîzyonek têkildarî têkoşîna her sê jinan di tevgera rizgariya Kurdistanê de û têkoşîna wan li Parîsê heta roja ku şehîd bûne, hate pêşandan.

Kongra Star li bajarê Dêrikê ji bo bibîranîna her sê şehîdan semînerek li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê da. Bi dehan endamên rêxistinên jinan tev li semînerê bûn.

Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadye Yusif axivî û behsa têkoşîna her sê şehîdan kir û destnîşan kir ku jinên li herêmê hêza xwe ji têkoşîna fermandar Sakîne digirin.

Şadye diyar kir ku ji bo ku azadiyê ji gel û doza wî re misoger bikin, soz da ku rêya her sê şehîdan bişopînin.

(şx/fr)

ANHA

DÊRIK

ÇILAXA