Careke din derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker careke din derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Careke din derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
11 ÇILE, 2025   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyan dane, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Di demeke de çalakiyên nobedê yên xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Bendava Tişrînê ji bo parastina bendavê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe li hemberî şer didomin, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe didomîne.

Di danê nîvro de jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran derdora Bendava Tişrînê topbaran kiribû.

(fr)