Bilindbûna asta ava Firatê çûn û hatina li ser du piran rawestand

Ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê Komîteya Destwerdanan Awarte çûn û hatina di saetên êvarî de ya di navbera pirên li ser çem de rawestand.

Bilindbûna asta ava Firatê çûn û hatina li ser du piran rawestand
27 tebax, 2026   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber bilindbûna ava çemê Firatê, Komîteya Destwerdana Awarte ya Parêzgeha Dêrazorê biryar da ku ji saet 00.00‘an ê êvarî heya 06.00‘an ve, çûn û hatina di rêya pira axî û pira El Herbî ya di navbera her du qiraxên çemê Firatê de rawestîne.

Li gorî gorî biryarê, çûn û hatina di saetên êvîar de ji îro ve (27 Tebax) îro heya demeke ne diyar ve qedexe ne. Lê biryar ji bo rewşên awarte yên tenduristiyê ne derbasdar e.

Hate gotin kesên ku biryarê bin pê bike ew ê li gorî qanûnan hesab ji wan bê xwestin.

Komîteyê diyar kir ku biryar ji bo parastina silametiya rêwiyan hatiye dayîn û bang li şêniyan kir ku li gorî biryarê tev bigerin.

(sb)