Li Qamişlo, Dêrik û Amûdê meş; ‘Em ê berxwedanê mezintir bikin’

Şêniyên Qamişlo, Dêrik û Amûdê li hember êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker meş li dar xistin. Meşvanan diyar kir ku dê berxwedana xwe ya li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mezin bikin.

2 kanûn, 2024   15:34
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê bi meşeke girseyî planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyeyê şermezar kirin û berxwedna gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê silav kir.

Şêniyan bi dirûşma "Bi rihê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin" ji Çerxerêya Sonî heya Çerxerêya Şehîd Rûbar meşiyan. Di meşê de pankartên "QSD vîn û rûmeta me ye", "QSD mertalê ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye", "Berxwedan hiyan e, "QSD ji gel e, gel li vir e" û "Axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê ji Erdogan re bibe goristan" hatin vekirin.

Girse li Çerxerêya Şehîd Rûbar sekinî. Piştî deqeya rêzgirtinê endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Yûsif Kûtê axivî.

Yûsif Kûtî diyar kir ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyey êrişên dijwar ên qirêjî tên kirin û got: "Ev êriş bi rêya çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê anku Cebhet El Nusra tê kirin. Berê pozên van çeteyan li Serêkaniyê, Til Birak û Til Hemîsê pozên hatibûn şikandin. Ev çete bi desteka dewleta Tirk a faşîst a Erdoganî berê pusuleya xwe dana bakurê Sûriyeyê an ku Heleb, Idlib û Hemayê."

Kûtî bal kişand ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî û wiha domand: "Gelê me yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye dorpêçkirin. Gelê me yê li Şehba û Til Rifetê jî li gelê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di demeke zor û zehmet de ne."

Yûsif Kûtî bal kişand ser helwesta Rûsyayê jî û ev li gotinên xwe zêde kir: "Rûsyayê rê li ber Tirkiyeyê vekiriye da ku Mîsaqî Millî bi cih bîne û devera ji Heleb heya Mûsilê dagir bike."

Kûtî bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li dora QSDˈê be û got: "Ji bilî îradeya me tu hevalbendên me nîn in."

DÊRIK

Şêniyên li Dêrikê jî bi heman armancê meşeke girseyî li dar xist.

Şêniyan ji Qada Azadî dest bi meşê kir. Meş li navenda bajar veguherî mîtîngê.

Li wir hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen axivî û ev peyam da: "Em serî ji planên navneteweyî yên qirêjî re natewînin. Divê em berxwedana xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mezin bikin."

AMÛDÊ

Li Amûdê jî bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê meşek li dar xist.

Meşê ji Çerxerêya Jina Azad heta Çerxerêya Şehîd Cîhad dewam kir. Endama Însiyatîfa Gel a bajarê Amûdê Murad Zoro li wir axivî û got ew amade ne her tiştî pêşkêşî koçberên Efrîn û Şehbayê bikin.

Mura Zoro bang li şêniyan kir ku li dijî panên dagirkeriyê li qadan bin.

(bb)

ANHA