Şehîd Fecir El Esaf li Hesekê hat veşartin

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê şervanê QSD'ê şehîd Fecir El Esar li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşart.

Şehîd Fecir El Esaf li Hesekê hat veşartin
Şehîd Fecir El Esaf li Hesekê hat veşartin
Şehîd Fecir El Esaf li Hesekê hat veşartin
Şehîd Fecir El Esaf li Hesekê hat veşartin
Şehîd Fecir El Esaf li Hesekê hat veşartin
Şehîd Fecir El Esaf li Hesekê hat veşartin
Şehîd Fecir El Esaf li Hesekê hat veşartin
Şehîd Fecir El Esaf li Hesekê hat veşartin
30 tîrmeh 2024   21:12
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û gundên wî şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Fecir El Esaf veşart. Şehîd Fecir di 26'ê Tîrmehê de li Dêrazorê şehîd bû.

Di serî de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Mustefa Osman axivî û got şehîd lehengên efsanewiyê ne û wan tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dagirkeriyê parastin.

Osman anî ziman ku tu gotin ji bo wesifandina fedakariya şehîdan û cesareta wan tune ne û got: "Şehîd mûmên ji bo kesên din bijîn tên şewitandin û cane xwe dikin pireya azadiyê."

Dûre yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê ŞoreşHesekê axivî û got ew heta rizgarkirina tevahî herêmên dagikirî li ser şopa şehîdan.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê ya şehîd Fecir El Esaf xwend û radestî malbata wî kir.

Şehîd Fecir bi tilîliyên dayikan li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê hat veşartin.

(mh)