Şehîd Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo hatin oxirkirin

Bi merasîmekê şervanên QSD`ê Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo hatin oxirkirin. Di merasîmê de hevrêyên şehîdan soza domandina têkoşînê nû kir.

Şehîd Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo hatin oxirkirin
Şehîd Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo hatin oxirkirin
Şehîd Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo hatin oxirkirin
Şehîd Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo hatin oxirkirin
Şehîd Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo hatin oxirkirin
Şehîd Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo hatin oxirkirin
Şehîd Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo hatin oxirkirin
Şehîd Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo hatin oxirkirin
4 ÇILE, 2025   16:09
QAMIŞLO

Ji bo şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Elî Qamişlo (Mihemed Ebdulah) ku 2`yê Çileyê li bajarê Şedadê şehîd bûbû û şervanê QSD`ê Zagros Qamişlo (Ehmed El Mihemed) ku 7`ê Kanûna 2024`an li ser rêya Helebê şehîd bûbû, merasîma oxirkirinê li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Di 14`ê Kanûna 2024`an ji bo şehîd Zagros Qamişlo li Qamişloyê merasîmeke xiyabî hatibû lidarxistin.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê, heval û malbatên şehîdan, endamên partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweser û yên civaka sivîl beşdarî merasîmê oxirkirinê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Fatima El Casim axivî û destnîşan kir ku ev zêdetirî 20 rojan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji bo ku parçeyên din ji xaka Sûriyeyê dagir bike, bi gelek cureyên çekan êrişî Bendava Tişrînê, pira Qereqozaqê û Kobanê dike. Şervanên QSD`ê bi berxwedaneke xurt li hember êrişan derdikevin û herêmê ji dagirkeriyê diparêzin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî diyar kir ku ji bo wan rêka şehîdan rêyeke pîroz e, ew ê di xeta şehîdên xwe de berxwedana xwe bidomînin.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di merasîmê de hevrêyên şehîdan soza xwe ya berdewamkirina xeta şehîdan nû kir.

Hevrêyê şehîd Elî Qamişlo û şervanê QSD`ê Rizgar Faris axivî û da zanîn ku ew ê her tola hevrê û şehîdên xwe hilînin û got: “Wê serkeftin her para me be.”

Dapîra şehîd Elî Qamişlo Xalîse Şilo destnîşan kir ku “qelenê welatan xwîn e, heta rizgarkirina xakê ew ê cangoriyan bispêrin axê”.

Piştî axaftinan şehîd spartin axê.

(re)

ANHA