Li Dêrazorê 7 çete hatin girtin

Di operasyoneke hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Koalîsyona Navneteweyî de 7 çeteyên DAIŞˈê hatin girtin.

Li Dêrazorê 7 çete hatin girtin
Li Dêrazorê 7 çete hatin girtin
Li Dêrazorê 7 çete hatin girtin
Li Dêrazorê 7 çete hatin girtin
Li Dêrazorê 7 çete hatin girtin
Li Dêrazorê 7 çete hatin girtin
4 ÇILE, 2025   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dezgeha Ewlehiya Giştî û Koalîsyona Navneteweyî berbanga Pêncşemê (2 Çile) operasyoneke ewlehiyê ya serketî li rojhilatê Dêrazorê kir. Di encamê de 7 endamên şaneyên rêxistina DAIŞˈê ya terorîst hatin girtin.

Ev operasyon di çarçoveya hewldanên me yên domdar ên li dijî bermahiyên terorîstan û paqijkirina herêmê ji gefên wan ên domdar de hat kirin. Hêzên me di tesbîtkirina cihên endamên şaneyê de bi ser ket. Endamên şaneyê ku ji herêma Serêkaniyê û bajarê El Bûkemal hatibûn û derbasî herêmên rojhilatê Firatê bûbûn, çek li endamên din ên şaneyê belav dikirin.

Di operasyonê de miqdareke çek û belgeyên di destê wan de hatin desteserkirin û berî ku wan bişînin pêşberî edaletê, lêpirsînên destpêkê hatin kirin, ji bo ku rê û rêbazên qanûnî yên pêwîst bên temamkirin.

Tevî tevliheviya li beşên din ên Sûriyeyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê herî ewle ne.

Hêzên me teqez dikin ku dê li hember hemû gefên terorîstan û hewldanên mîsogerkirina ewlehiya şêniyên herêmê bidomîne."

(bb)