Li Kobanê gundekî din jî tev li seferberiyê bû

Xelkê gundê Bilik ê bajarê Kobanê yê kantona Firatê ji bo piştgirîdayîna şervanên QSDˋê û YPJˋê tev li seferberiya giştî bû.

Li Kobanê gundekî din jî tev li seferberiyê bû
4 ÇILE, 2025   16:31
KOBANÊ

Xelkê kantona Firatê, gund bi gund, kolan û tax bersivê didin banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a seferberiya giştî. Îro jî xelkê gundê Bilik ê Kobanê tevlêbûna xwe li nava seferberiya giştî ragihand.

Der barê tevlêbûnê de li ser navê xelkê gund daxuyaniyeke devkî ji hêla Elî Murad ve hat gotin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em weke şêniyên gundê Bilik heta dawiyê li pey şervanên xwe ne. Ew hêvî û serkeftina me ne. Çendî dewleta Tirk jî êrişên xwe giran bike, em ê bi rihekî berxwedanê yê mezin li hemberê bisekinin. Me xwe daye îsbatkirin. Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî dixwaze Kurdan tune bike, lê bila baş bizane ku ev roj dawiya wê ne û wê bi destê me bi dawî bibe û em ê li hember dagirkeriyê bi ser bikevin.

Divê gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê rabe ser pêyan û piştgiriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bike, îroj roja me ye, serkeftin nêzîk e."

(sş/fr)

ANHA