Bertekên li dijî êrişan zêde dibin

Desteyên Çandinî û Aborî êrişên li ser binesazî û qadên aborî û xizmetguzariyê şeremzar kirin û diyar kir ku dê têkoşîna avakirin û dabînkirina ewlehiya aborî berdewam bikin.

Bertekên li dijî êrişan zêde dibin
Bertekên li dijî êrişan zêde dibin
30 kanûn, 2023   17:07
HESEKÊ

Desteyên Aborî û Desteya Çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefkirina binesaziya herêmê şermezar kirin.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên her du desteyan li ber avahiya Desteya Çandiniyê ya li bajarê Hesekê hat dayîn.

Hevserokê Desteya Aborî Mihemed Şewqî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dê hewldanên Rêveberiya Xweser ên dabînkirina pêdiviyên sereke û xizmetên giştî ji şêniyên herêmê û koçberan re lawaz bikin. Her wiha hate destnîşankirin ku ev êriş dê ewlehiya aboriya xirab bike û krîzên aborî bi xwe re bînin.

Desteyên aborî û çandiniyê bang li tevahî hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, zextê li dewleta Tirk bikin bila êrişên xwe bi cih bînin.

Desteyan daxuyand ku dê têkoşîna aboriyê û dabînkirina ewlehiya aborî û xurekê berdewam bikin û ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke tevahî hewldanan bikin.

)bb)

ANHA