Şehîd Ehmed El Fenûş hat oxirkirin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Fenûş ê ji ber krîza dil şehîd bûbû, bi merasîmekê hat oxirkirin.

Şehîd Ehmed El Fenûş hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Fenûş hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Fenûş hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Fenûş hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Fenûş hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Fenûş hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Fenûş hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Fenûş hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Fenûş hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Fenûş hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Fenûş hat oxirkirin
19 cotmeh, 2024   14:05
HESEKÊ

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Fenûs ku 16ˈê Cotmehê (2024) di encama krîza dil de li Hesekê şehîd bûbû, bi merasîmekê hat oxirkirin.

Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê bi beşdariya bi dehan şêniyên bajar, rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk hat.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Hirês sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd ronahî ne ku rêya gelan ronî dikin. Şehîd Ehmed rihê xwe kir pira ber bi aramiyê ve. Bi projeya neteweya demokratîk û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bawer kir û bi hêz û îrade tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Cihê xwe di gelek operasyonan de girt ta gihaşt asta şehadetê."

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eymen Xeyda got: “Şehîd Ehmed rihê xwe yê pak ji bo welatê xwe feda kir. Di dilsozî û fedaîtiyê de nimune bû. Bi hezkirina xwe ya ji karê xwe dihat naskirin û di pêkanîna erka xwe ya welatparêziyê de dudilî nedibû."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilîliyên dayikan hat veşartin.

(bb)

ANHA