Li Hesekê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan

Li Kampa Waşûkanî ya li Hesekê pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hat vekirin.

19 cotmeh, 2024   13:45
HESEKÊ

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, li Kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hat vekirin. 

Di pêşangeha de ku dê 2 rojan vekirî be, 50 wêne û 150 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin pêşandan. Her wiha tabloyên bi gotinên Rêber Abdullah Ocalan jî hatin pêşandan.

Tevî koçberên li kampê, bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajar di pêşangehê de amade bûn.

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Kampa Waşûkanî Mihemed El Elo anî ziman ku pêşangeh di çarçoveya çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de  hatiye organîzekirin û got: "Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şoreşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihaştiye asta pêkvejiyana pêkhateyan."

Piştî axaftinan beşdar li hola pêşangehê geriyan.

(bb)

ANHA