DAIŞˊê li Almanyayê êriş pêk anî: 3 kes hatin qetilkirin

Çeteyên DAIŞˊê di mîhrîcaneke li rojavayê Almanyayê de bi kêran 3 kes qetil kirin. Polîsên Almanyayê li tawanbar digerin.

DAIŞˊê li Almanyayê êriş pêk anî: 3 kes hatin qetilkirin
24 tebax 2024   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di mîhrîcaneke li rojavayê Almanyayê de 3 kes bi kêran hatin kuştin. DAIŞˊê ew êrişa bi kêran girte ser xwe. Her wiha polîsên Almanyayê hîna li tawanbarê ku direve digerin.

Li gorî Reutersê, polîsan got ew li êrişkar digerin û kesê êriş pêk aniye ciwanekî 15 salî ye.

Berpirsekî Almanî diyar kir ku di mîhrîcana li bajarê Solingen ê rojavayê Almanyayê de terorîstekî bi kêran 3 kes kuştin û 8 jî birîndar kirin.

Berpirsê nivîsgeha serdozgeriyê ya Dusseldorfê Markus Kaspers jî got ji bilî terorê kes vî karî nake, ji ber ku girêdana kesên hatine kuştin û birîndarkirin bi hev re tune ye.

(fr)