Şandeya Îmraliyê dê di 17'ê Çileyê de daxuyaniyê bide

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wê têkildarî serdan û hevdîtinên bi partiyên siyasî re kir di 17'ê Çileyê de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.

Şandeya Îmraliyê dê di 17'ê Çileyê de daxuyaniyê bide
15 ÇILE, 2025   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder 28'ê Kanûnê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, piştî hevdîtinê serdana partiyên siyasî kirin.

 Heyeta Îmraliyê wê têkildarî van serdan û hevdîtinan di 17'ê Çileyê de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.