Komkujiya Sînema Amûde felaketa di bîra civakê de zindî ye

13`ê Mijdara 1960`î, li Amûdê komkujiyek pêk hat. Di encamê de zêdetirî 280 jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de 200 şagirtên seretayî hebûn ku temenê wan 12 sal derbas nedikir. Ev komkujî, bi Şewata Sînema Amûdê anku Komkujiya Sînema Amûdê tê naskirin.

Komkujiya Sînema Amûde felaketa di bîra civakê de zindî ye
13 mijdar, 2023   03:45
QAMIŞLO

13`ê Mijdarê salvegera Şewata Sîmena Amûdê ye. Di vê rojê de sala 1960`î, şagirtên seretayî ji alyê mudirê navçeya Amûdê hatin vexwendin ji bo ku li fîlmê misrî “Şebeh Muntesef El Lêl” temaşe bikin. Fîlm ji bo piştgiriya şoreşa Cezaîrê ya li dijî Fransayê bû. Temenê kertên beşdariya fîlmê dê wek piştgirî ji şoreşê re bihata şandin. Ruxmî ku film yê Ferîd Şewqî û Zehra El Ula bû û ne ji bo zarokan bû.

Li sînema Şehrazad ku film lê dihat pêşandan, ji herî hatibû çêkirin. Milkêş bû, banê wê tev text û pûş bû. Dîwarên wê ji hundir ve bi çiwal hatibûn pêçan. Agir bi projesiyonê yê kevn ket. Dûre agir li dîwarên darîn, mobîlya û laşên zarokan belav bû.

Agir bi ban, dîwarên darîn û kursiyên darîn ket. Qerebilxa zarokan rewş girantir kir. Tenê deriyek hebû ku dikarin ji wir derkevin. Lê ji ber qerebalixê, hat girtin. Zarok di hundir de man. Ne mamoste û ne jî rêveberê dibistanê kesek bi wan re tune bû.

Xelkê bajêr, dengê qîrîna zarokan bihîst. Bi hawara wan çûn. Dema xelkê bajêr hewl da zarokan derxin, banê darîn ket. Di encamê de ciwanê bi nave Mihemed Seîd Deqûrî jiyana xwe ji dest da ku derdora 12 zarok ji şewatê xilas kir.

Di wê şewatê de, zêdetirî 280 kes jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de 200 şagirtên seretayî hebûn ku temenê wan 12 sal derbas nedikir. Buyer, di dîroka bajêr, bîra kurdî û Sûriyeyê de felaket bû. Desthilata li bajêr ku wê demê Yekitiya Sûriye-Misirê bû, lêpirsîn çênekir. Hikumetên Sûriyeyê yên li dû wê hatin jî, tu helwest nîşan neda.

Zarokên ku ji wê felaketê rizgar bûne, niha temenê wan 70  salî ye. Her sal, sardana peykera ku di cihê bûyerê de hatiye çêkirin dikin, êşên wê rojê tînin bîra xwe. Li bendenê wan, hîna şûnên şewatê xuya ne. Desthilata wê demê naku Komara Erebî ya Yekgirtî, buyer li dijî kesên nenas qeyd kir.

Avahî ne xwediyê taybetmendiyên sînemayê bû. Biçûk bû, ji herî bû. Ji hundir ve bi awayekî bê rêkûpêk bi perdeyên hatibû pêşan. Ban ji dar bû. Deriyê derketinê ji erdê bilind bû. Yanî ji erdê avahiyê ji hundir ve nizm bû. Derî du parçe bûn. Pêwîstiya jeneratorê bi lênêrînê hebû, piştî ku gelek dan û bê rawestan hate xebitandin.

Ruxmî nêrîn û delîlên nakok ên li ser bûyerê ku plankirîbû yan jî ji ber bêberpirsariyê rû daye. Lê dîsa jî, komkujî dimîne û divê der barê de lêpirsîn bê vekirin.

(şx)