Saziya Pirkirina Tov ji bo tovê baş 950 peyman îmze kir

Saziya Pirkirina Tov li kantona Reqayê 950 peyman bi cotkaran re îmze kir, ku bi giştî 40 hezar donim erd dihewîne.

Saziya Pirkirina Tov ji bo tovê baş 950 peyman îmze kir
Saziya Pirkirina Tov ji bo tovê baş 950 peyman îmze kir
Saziya Pirkirina Tov ji bo tovê baş 950 peyman îmze kir
Saziya Pirkirina Tov ji bo tovê baş 950 peyman îmze kir
Saziya Pirkirina Tov ji bo tovê baş 950 peyman îmze kir
Saziya Pirkirina Tov ji bo tovê baş 950 peyman îmze kir
19 mijdar, 2025   07:42
REQA

Saziya Pirkirina Tov li gorî peymanên îmzekirî, belavkirina tovên dermankirî ji cotkaran re berdewam dike.

Hevserokê Saziya Pirkirina Tov li kantona Reqayê Salih Bozan, da zanîn kir ku buhayê her tonek tov bi 350 dolarî ye, lê ger bi deyîn be bi 400 dolarî ye.

Li Saziyê çend cureyên tov wek: Şam 9, Bihûs 11, Şam 11, Dûma 1, û Şam 7, ji bilî cureyên genimê nerm wek: Dûma 2, Dûma 6, Roj 2, Roj 6, Roj 4 û Roj 10 tê peydakirin.

Peymanên ku têne girêdan wiha ne: Saziya Pirkirina Tov tov û piştgiriyê dide cotkaran, bi şertê ku cotkar berhema xwe bifiroşe navendên wergirtina genim ên ku ji hêla saziyê ve hatine pejirandin.

Bozan diyar kir ku piştî temamkirina xebatên lêgerîn û dîtina zeviyan, 950 peyman bi cotkaran re hatine îmzekirin ku rûbera giştî ya erê 40 kezar donim e, ew jî li deverên gundewarî yên cûrbecûr ên kantonê ne.

Salih Bozan eşkere kir ku tovên belavkirî ji bo şert û mercên avhewayê yên heyî guncaw in û berhemdariya wan bilind e, ji ber ku hin cûre di demsala borî de li her donimek erd 800 kîlogram genim da, wekî cûreyên Şam 7 û Bihûs 11.

Hevserokê Saziya Pirkirina Tov li kantona Reqayê anî ziman ku şertên herî girîng ji bo qebûlkirina erdên di bernameya belavkirina tovan de ev in: divê erd 2 salan şûv be yan bi pembû an sebzeyan hatibe çandin, her weha çavkaniyek avê ya domdar jî hebe.

Salih Bozan piştrast kir ku sazî bi rêya vê gavê dixwaze tovên baş û bi kalîte peyda bike, ku ev yek wê bibe alîkar ku asta hilberîna çandiniyê bilind bibe û ewlehiya xwarinê li kantonê pêk were.

(ac)

ANHA