Qezayek, 2 koçberiyên mecbûrî, 2 daxwaz

Di 8 saliyê de lingekî xwe winda kir, di 23 û 29 saliya xwe de jî 2 caran neçarî koçberiyê bû. Niha di şertên dijwar ên kampan de li benda vegera biewle ye.

Qezayek, 2 koçberiyên mecbûrî, 2 daxwaz
Qezayek, 2 koçberiyên mecbûrî, 2 daxwaz
Qezayek, 2 koçberiyên mecbûrî, 2 daxwaz
Qezayek, 2 koçberiyên mecbûrî, 2 daxwaz
Qezayek, 2 koçberiyên mecbûrî, 2 daxwaz
Qezayek, 2 koçberiyên mecbûrî, 2 daxwaz
19 mijdar, 2025   05:55
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Li kampa koçberan a bajarê Tebqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çadira ku di nava tozê de mayî, welatiyekî lingekî wî tune ye û bi destê zarokê xwe girtiye balê dikişîne.

Bi pirskirinê me fêm kir ku ew koçberekî ji Efrînê ye. Temenî wî hîn 30 sal e, lê gelek êş kişandine. Navê wî Hisên Silêman e. Li gorî ku ew dibêje, hîn di 8 saliya xwe de ji ber qezayekê lingê xwe yê çepê winda kiriye. Zewicî ye û zarokek wî heye. 

Sala 2018ˊan dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî Efrînê kirin, wê jî li gele bi sed hezaran kesan koçî herêma Şehbayê kiriye. Di 23 saliya xwe de li vê derê hewl daye li gel mirovên xwe debara xwe bike. Piştî 6 salên li Şehbayê li pêşiya Hisên Silêman careke din koçberiya neçarî diyar bûye.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirkiyeyê sala 2024ˊan careke din êrişî gelê Efrînê yê li Şehbayê kir. Lewma Hisên Silêman jî neçar maye berê xwe bide kantona Tebqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Ew û xizmên xwe ev nêzî salekê ye di kampa koçberan a Tebqayê de dijîn. Birayê wê jî nexweş e û hefteyê 3 caran gurçikên wî tên şûştin.  

Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe ji koçberan re çadir peyda kirine, pêdiviyên wan bi cih tîne, lê dîsa jî di şertên kampan û koçberiyê de jiyan dijwar dibe. Ji bo kesên astengdar ên wekî Hisên jî hîn dijwartir dibe. Lewma bi gotina wî "Çadir ne germ dike ne sar dike." Tekane hêviya wan vegera biewle li ser a xaka xwe ye.

Daxwazek din jî ya Hisên ew e ku ji wî re lingehî protez were çêkirin da ku karibe bi rihetî bimeşe.

(fr)

ANHA