’Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wek mafekî bingehîn bê misogerkirin’

Di daxuyaniyên bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de hate gotin, divê zimanê kurdî wek zimanê fermî di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wek mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin.

’Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wek mafekî bingehîn bê misogerkirin’
’Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wek mafekî bingehîn bê misogerkirin’
’Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wek mafekî bingehîn bê misogerkirin’
’Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wek mafekî bingehîn bê misogerkirin’
’Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wek mafekî bingehîn bê misogerkirin’
21 sibat, 2026   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê û rêveberiyên dibistanan ên Dêrik û Çilaxayê bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî dan. Daxuyanî bi amadebûna rêveber û endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî û malbatên şehîdan hatin xwendin.

Di daxuyaniyan de Roja Zimanê Dayikê li gelê kurd û hemû gelên cîhanê hat pîrozkirin û  hate diyarkirin ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re gavên mezin di warê pêşxistina û parastina zimanê Kurdî de hatin avêtin û hate gotin, gelê Kurd bê qeyd destkeftî di warên perwerde û fêrkirinê de avêtin.

Hate gotin, "Ji salekê zêdetir e ku Sûriye bi temamî derbasî qonaxeke nû bûye. Ji wan mijarên sereke yên vê qonaxê, yek jî mijara zimanê kurdî ye ku li ser maseya dan û standinan e û cihê wî, di Sûriyeya nû de tê guftûgokirin. Di vê çarçoveyê de girîng e ku em biryarnameya 13’an a serokê demkî Ehmed El Şeri bi bîr bixin.”

Di daxuyaniyan de îşaret bi vê yekê hate kirin ku her çiqasî di aliyê sembolîk û dîrokî de gaveke erênî bê nirxandin jî, lê ev biryarname, mafên zimanî yên gelê kurd misoger nake.

Her wiha hate diyarkirin ku ji bo biryarname wekî destkeftiyeke mayînde bê parastin, pêwîst e zimanê kurdî wek "zimanê fermî" di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wek mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin. Lewre zimanê gelê Kurd ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, ji wê çendê mezintir e ku wekî "zimanekî nîştimanî" bê pênasekirin ku heftane bi tenê 2 saetên dersa hilbijartî jê re bên vegetandin û pê re jî çend çalakiyên çandî.”

Di daxuyaniyan de bang li gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û diyasporayê hat kirin piştgiriyê bidin zimanê Kurdî û wekî dozeke neteweyî û nîştimanî parastina wê bikn. Her wha hate gotin, zimanê dayikê dozeke neteweyî ya pîroz e û têkoşîna ji bo parastina û pêşxstina wê dê bidome.

(ekîb)

ANHA

KOBANE

DERIK

CIL AXA