Şaredariya Til Temirê dest bi çêkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a Til Temirê di çarçoveya plana salane de dest bi sererastkirina rêyan kir.

Şaredariya Til Temirê dest bi çêkirina rêyan kir
Şaredariya Til Temirê dest bi çêkirina rêyan kir
Şaredariya Til Temirê dest bi çêkirina rêyan kir
Şaredariya Til Temirê dest bi çêkirina rêyan kir
Şaredariya Til Temirê dest bi çêkirina rêyan kir
Şaredariya Til Temirê dest bi çêkirina rêyan kir
Şaredariya Til Temirê dest bi çêkirina rêyan kir
4 tebax, 2026   04:50
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Di çarçoveya plana xizmetguzariyê ya bi armanca başkirina binesazî û rewşa xizmetguzariya bajêr de Şaredariya Gel a Til Temirê dest bi xebata ji nû ve sererastkirina rêyên sereke û şaxî kir.

Tîmên şaredariyê rakirina qîra kevn, amadekirina rêyan û çaksazkirina torên avê dewam dikin da ku dest bi qonaxa qîrkirinê bikin.

Der barê mijarê de ji daîreya pîşeyî ya Şaredariya Gel a Til Temirê endazyar Ebdullah Hesen axivî. Hesen diyar kir ku xebatên xizmetguzariyê di çarçoveya plana salane ya par de ye û îsal dest bi pêkanînê hat kirin.

Hesen da anîn ku lêçûna xebatê 300 hezar dolar e, nêzî 4 hezar metredam qîr ji bo nêzî 5 kîlometre rê wê were bikaranîn.

Têkildarî rêyên werin qîrkirin Hesen got wê kolana Filistîn, kola sûkê ji rêya M4 heta bi çemê Xabûrê, kolana Elafê ji rêya M4 heta bi Çerxerêya Kehrebê, taxên başûr, rêya gundê Til Nesrî ya ku bi bajarê Til Temirê ve gire dide, kolana Wadî heta bi dibistana Miseb Bin Umêr, kolana Tîcarî ya hember rêya M4, gelek kolanên sereke yên li taxa Til Ehmer jî, werin qîrkirin.

Hesen anî ziman ku xebatên niha tên kirin ji bo amadekirina qîrkirinê ne, weke rêşkirina qîra kevin û çaksazîkirina torên avê.

Di dawiyê de Hesen diyar kir ku bidawîkirina qîrkirinê di çarçoveya dema diyar de girêdayî hebûna qîrê ye û şaredarî xebatên amadekirinê didomîne ku çer ku qîr hat dest bi qîrkirinê bike.

(f)

ANHA