Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji îmzeya parlamenterên AKP'ê re hate vekirin

Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye amadekirin beriya ku biçe meclisê ji bo îmzeya parlamenterên AKP'ê hate vekirin.

Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji îmzeya parlamenterên AKP'ê re hate vekirin
3 tebax, 2026   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye amadekirin ji bo îmzeya parlamenterên AKP'ê hate vekirin.

Bi îmzeya Serokê Koma AKP‘ê Abdullah Guler ji parlamenteran re hat şandin de wiha hate gotin: “Biryar hat dayîn ku hemû parlamenterên me Pêşniyara Qanûna Çarçoveyî bi temamî îmze bikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşniyar ji bo îmzeyan li eywana Desteya Rêveber a Koma Meclisê hatiye vekirin.

Hate xwestin ku parlamenter sibê heta saet 17.00'an îmze bikin. Piştî ku pêvajoya îmzekirinê temam bû, tê payîn ku pêşniyar pêşkêşî Serokatiya Meclisê were kirin û di demeke nêz de bighîje qonaxa komîteyê.

Serokê Koma AKP'ê Abdullah Guler jî wê îro der barê qanûna çarçoveyê de agahiyên pêşî bide partiyan. Lê belê der barê naveroka pêşnûmeya qanûna çarçoveyî de hêj ti daxuyaniyek berfireh nehatiye dayîn.

Her wiha hate zanîn ku partiyên din heta ku naveroka pêşnûmeyê nebînin û dê îmze nekin. Hate diyarkirin ku muzakereya li ser neveroka pêşnûmeyê berdewam dike.