Şaredariya Til Birakê bi xelkê bajêr re civiya

Şaredariya Gel a Til Birakê bi xelkê bajêr re civiya û xebatên xwe yên sala 2024ˊan ku hîna dewam dikin, ji welatiyan re aşkera kirin û li pêşniyarên wan guhdarî kir.

Şaredariya Til Birakê bi xelkê bajêr re civiya
Şaredariya Til Birakê bi xelkê bajêr re civiya
Şaredariya Til Birakê bi xelkê bajêr re civiya
Şaredariya Til Birakê bi xelkê bajêr re civiya
Şaredariya Til Birakê bi xelkê bajêr re civiya
6 tebax 2024   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Gel a bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê bi beşdariya xelkê bajêr, endamên komîn û saziyan, civîneke berfireh li hola meclisa bajêr li dar xist.

Di civînê de hevserokê şaredariyê Mihemed El Hesen lîsteya xebatên wan ên îsal xwend. Ji wan xebatan qîrkirina rêya Recim Fenoş-rêya giştî, rêya Norik-rêya Oslo, El Hemdî û Xirab El Siwêfat, her wiha rêşkirina gelek rê û xîzkirina wan mîna rêya El Tiwêm-rêya giştî, rêya Xirab El Siwêfat-rêya giştî. Li gel wê jî xebatên têkildarî kanalîzayonên li nava bajêr û kunên li ser rêyan ên ji bo baranê agahî hatin dayîn.

Li gorî raporê, xebatên mîna gihandina ava vexwarinê li gundê Mezre û gundê Kermsîn hatine kirin, her wiha torên avê li nava bajarê Til Birak û Simêhan Xerbî hatin firehkirin û parkên Zarokên Şehîdan û 4ˊê Nîsanê hatin sererastkirin.

Dûre şêniyan nîqaş kir û li nêrîn û pêşniyarên wan hate guhdarkirin da ku piştre li planên 2025ˊan werin zêdekirin.

Dê li gundên Isêbix, Simêhan Xerbî û El Hemdî yên bajarê Til Birakê jî hefteya bê civîn werin lidarxistin.

(fr)

ANHA