Li Tirkiyeyê astengiyên li ber penaberên sûriyeyî zêde dibin

Desthilatdarên dewleta Tirk gef li hezaran penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê xwar ku nasnameyên wan betal bikin.

Li Tirkiyeyê astengiyên li ber penaberên sûriyeyî zêde dibin
6 tebax 2024   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk gefên betalkirina nasnameyên wan li penaberên sûriyeyî xwarin.

Têkildarî mijarê, wezîrê karên hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerîlkaya di axaftina xwe ya li navendeke AKPˊê de li pêş dezgehên çapemeniyê gefên betalkirina nasnameyên penaberan xwaribûn.

Li gorî wezîr, sedema betalkirina nasnameyan ew e ku navên gelek sûriyeyiyan di daneyên fermî yên li Tirkiyeyê de nayên dîtin.

(fr)