Deriyê Nesib hat vekirin

Deriyê Nesib ê di navbera Urdun û Sûriyeyê de ji nû ve hate vekirin.

Deriyê Nesib hat vekirin
28 cotmeh, 2026   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Giştî ya Bender û Gumrikê da zanîn ku deriyê Nesib ê di navbera Urdun û Sûriyeyê de ji ber bombebarana Derayê ji bo demekê hatibû rawestandin, îro derî vebû û tevgera rêwî û kamyonan lê çêbû.

Deriyê Nesîb li beramberî deriyê Cabir ê Urdunê ye. Yek ji deriyê sînor ê di navbera Sûriye û Urdunê de ye. Deriyê Nesîb yek ji deriyên girîng e ku tevgera bêjayî ya herêmê tê re çêdibe.

Piştî ku Urdunê herêma başûrê Sûriyeyê bombebaran kir, Sûriyeyê deriyê Nesîb girtibû û îro ji nû ve vekir.

(np)